Li Moskovê çalakiya bo piştgiriya Rojava

Li Moskovê çalakiya bo piştgiriya Rojava

Kurdên li Rûsyayê dijî êrîşên li Rojava û piştgiriya ku dewleta tirk dide komên çeteyan li ber seferatxaneya Tirk protesto kirin.

Li Moskovayê kurd bi organîzasyona Jinên kurd a Moskovê  bi armanca ku piştgiriyê bidin berxwedana Rojava û piştgiriya ku dewleta tirk dide komên çeteyan şermezar bikin çalakî pêk anîn. Çalakî saet di 14.00’an de li ber seferatxaneya tirk dest pê kir û bi hinceta ewlehiyê ji bo 10 kesan destur dan.

Li ser navê komê endama Viya- Organîzasyona Jinan a Kurd ya Moskovê Zînê Têmur û endamên PYD Dr. Weha May û Rîzo Îsmaîl xwe bi bi rayedranên seferatxaneyê re hevdîtinê bike. Lê hevdîtin hat redkirin.

Di dema çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.