Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi minasebeta 7’emîn salvegera êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser wargehê daxûyaniyek dan û êrîş Şermezar kirin.
Îro êvarê xelkê wargehê ji bo şermezarkirina 7’mîn salvegera êrîşa DAÎŞ’ê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kombûn. Li wir destpêkê di kesayeta Rojnamevan Denîz Firat de ku 8’ê Tebaxa 2015’an di dema êrîş dişopand şehîd bûbû, ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdisatanê deqeyek rêz hat girtin. piştî rêzgirtinê daxûyanî hat xwendin.
Daxuyanî ji aliyê Endama Koordinasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek ve hat xwendin.
Daxûyanî bi vî rengî ye:
“Hêzên serdest ên cîhana me, bi komên çete yên weke Bokoharam, Talîban, El nusra, DAIŞ û hêzên weke vane li herêmên ku dixwazin lê bibin serdest de şer derdixin û xwe jî weke hêzeke xilasker didin nîşandan. Bi vê yekê hem xwe li herêmê bi cih dikin, hem jî xwe weke hêzeke xilasker didin pêş. Derxistina DAIŞê jî li ser heman bingehî bû. Civaka Êzîdî ku bi 74 fermanan re rû bi rû maye, bi hezaran şêniyên wê hatine qetilkirin. Di 03’yê Tebaxa 2014’an de ev civak li ber çavê tevahî cihanê radestî fermanek bê eman hatin kirin. Bi gotineke Barzanî, Şengal ji Fermanê re hate hiştin, bi gotineke Rêber Apo, Şengal ji fermanê hate rizgarkirin. 12 hezar Pêşmerge, bi fermana Barzanî ji Şengalê revîn. Di kêliyên dawî de dîrokê xwe nû dikir, bi hatina 12 suwariyên azadiyê ango HPG’ê Şengal hate rizgarkirin. Di encam de bi hezaran jin, zarok hatin revandin, bi hezaran hatin qetilkirin. DAIŞ ya ku bi leza li Mûsil û Şengalê berê xwe da Wargeha Penaberan ya Mexmûrê ku di bin sîwana NY’de bû û li derdora wê ji bo parastinê hêzên Pêşmerge hatîn bi cih kirin di 6’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve rastî êrîşek hovane hat. Armanc ji holê rakirina vê civaka hafizaya zindî ya kiryarên Dewleta Tirk bû. DAIŞ a ku ji aliyê piskolojîk ve serdestiyek bi dest xistibû, her cihê ku diçûyê, berî bi xwe biçe, navê wan diçû û belavbûnek û tirsek diket nava wê civakê. Civaka Mexmûrê ku her roj bi êrîşan re rû bi rû dima, li beramberî vê êrîşê bi tedbîrên nav xweyî û hêza xwe, rêxistinkirina xwe ev êrîş vala derxistin. Bi hatina hêza HPG û YJA Star’ê bi hêza kesên wargehê, jin ciwan di nava sê rojan de wargeh hate rizgarkirin. Di encam de Rojnamevan û şoreşger Denîz Firat gihişte asta Şehadetê û bi dehan şêniyên wargehê birîndar bûn.
Di vê çarçoveyê de em weke gelê wargehê bang li raya giştî û hemû derdorên xwedî wijdan û demokrat dikin ku ji bo ev hêza talanker û kujer di asta navnetewî de were darezandin û dadgehek adîlane were avakirin. Her wiha divê li gelê Şengalê xwedî were derketin, uqubeta wendahiyan were pirsîn û êrîşên li ser Mexmûrê were rawestandin. Her kesê ku vêya bibîne û hêza ku kariye DAIŞ’ê bin bixe û bi dehan civakan ji komkujiyê rizgar bikin bîrdozî û felsefeya Rêber Apo ye. Divê dawî li esareta Îmralî were anîn.”
Piştî daxuyanî hat xwendin girseya amade bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo, bijî Berxwedana Wargeha Mexmûrê, Bijî Berxwedana Şengalê û bimire îxanet” çalakiya xwe bi dawî kir.