Li Mêrsînê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez mewlûd hate dayîn

Li Mêrsînê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez mewlûd hate dayîn

Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên li paytextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin, ji bo bîranîna wan li Mêrsînê mewlûd hate dayîn.

Ji bo ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Taxa Egrîçam ya navçeya Yenîşehîr ya Mêrsînê mewlûd hate dayîn. Di mewlûda ku ji aliyê Meclisa Jinan ya BDP’ê ve hate organîze kirin. Dayîka Leyla Şaylemezê Şîfa, xwişka wê Yasemîn û mamê wê Abdullah Şaylemez yên ji Almanyayê hatin, rêveberên jin yên bajar û navçeya BDP’a Mêrsînê, Alîkara Şaredara BDP’a Akdenîzê Makbûle Kaplan, bi hezaran jin û endamên meclisê tevlîbûn. Mewlûda ku destpêkê deqîqeyek rêzgirtinê li ser giyanê kesên di tekoşîna azadî û şoreşê de jiyana xwe ji dest dan destpêkir, sloganên “Şehîd namirin” hatin qîrîn.

Li ser wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez yên di konê mewlûdê de hatin daliqandin pankartên “Em komkujiyê nelet dikin. Em dê hesabê bipirsin” û “Soza me ye; Em dê bi bîranînan ve girêdayî bin” hatin vekirin. Piştî mewlûda bi kurdî, Hevseroka BDP’a Mêrsînê Heybet Geçkîn axaftinek kurt kir. Geçkîn da zanîn ku, ew li beramberî bîranînên Cansiz, Dogan û Şaylemez birêz û hurmet xwe ditewîne û got: “Em dê tu carî dê Cansiz, Dogan û Şaylemez yên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan ji bîr nekin. Tekoşîna wan tekoşîna me ye, rêya wan rêya me ye. Em dê ji rêya wan xet kiriye dernekevin. Dê hertim bi me re bin, ew êdî bê mirinin. Sê hevalên me yên jin, di dilê gelê me yê birûmet de cihê xwe girtine. Bila ew kesên ji şer, tundî û feraseta komkujiyê di fikirin ku, dê bi qetilkirina jinên pêşengiya aştiyê dikin, dê nekarin çavê gelê Kurd û jina Kurd ya tekoşîna azadiyê didin bitirsînin. Dê tu kes nekare pêşiya vî gelê birçiyê azadî û aştiyê ye bigire.”

Piştî axaftinan mewlûd bi belavkirina xwar û duakirina bidawî bû.