Li Mêrsînê jê 3 zarok 5 kes hatin binçavkirin

Li Mêrsînê jê 3 zarok 5 kes hatin binçavkirin

Li Mêrsînê jê 3 zarok 5 kes bi hinceta tevlî çalakiyan bûne hatin binçavkirin.

Li taxa Şevket Sumer a Mêrsînê di navbera komekê û polîsan de pevçûn derket. Polîsan bi bombeyên gazê ava şid mudaxele li komê kir û polîsan raste rast bombeyên gazê avêtin derdorê. Li ser vê yekê esnafên bi navê Salîh Taş û Zekî Yildirim bertek nîşan dan. Piştî vê yekê polîsan Taş û Yildirim binçavkirin. Hate zanîn ku 3 zarok jî hatin binçavkirin û birin Şaxa Zarokan a Polîsan. Malbatên zarok û esnafan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê dan.