Li Mersînê endamên HEDEP’ê Bûlga û Kaya hatin girtin

Endamê Meclîsa HEDEP’ê Naîf Bûlga û endamê Meclîsa Ciwanan ê HEDEP’ê Mazlûm Kaya yên duh li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Endamê Meclîsa Partiyê (PM) yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Naîf Bûlga û endamê Meclîsa Ciwanan ê HEDEP’ê Mazlûm Kaya yên duh li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, piştî kirariyên li midûriyeta polîsan îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Bûlga yê ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wî hate wergirtin bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye”, Kaya jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hatin kirin.

Dadgehê bi heman hincetan Bûlga û Kaya girt.