Ji 13 kesên li Mêrsînê hatin binçavkirin 4 jê zarok 7 kes hatin girtin.
13 kesên 2 roj berê li Mêrsînê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan 7 zarok sewqî Edliyeya Mêrsînê 6 kesên din jî sewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin. Ji 6 kesên li Edliyeya Edeneyê îfade dan dozgeriyê 3 jê serbest hatin berdan û Murat Kepenek, Îsmaîl Akyuz û Kerem Buda jî ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya "Endamên rêxistinê" û "Propagandeya rêxistinê kirin" hatin girtin.
Ji 7 zarokên sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin jî 3 zarok serbest hatin berdan û 4 zarok jî bi îdîayên "Endamên rêxistinê" û "Propagandeya rêxistinê kirin" hatin girtin.