Di encama çalakiyên gerîlayan ên li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî û Mehsertê yên Mêrdînê de herî kêm 2 polîs û 3 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) aşkere kir ku di çalakiya gerîlayan a li navçeya Mesertê de 3 leşker û di çalakiya li Dêrikê de jî 2 polîs hatine kuştin.
LI MEHSERTÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 15’ê Cotmehê de di saet 18.30’an de li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê li navbera Gundên Kûdê û Bêrtê de li dijî leşkerên artêşa “dagirke”r a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlaya ve çalakiyek hatiye lidarxistin û wiha hat gotin; “Di encama çalakiya li nêzî gundê Kûdê li dijî leşkerên tîmên taybet hate lidarxistin de 3 leşkerên dijmin hate kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon heta 16’ê Cotmehê danê nîvro berdewam kiriye.”
2 POLÎS HATIN KUŞTIN
HPG-NÇR’ê der barê teqîna di 15’ê cotmehê de li navçeya Dêrik Mêrdînê qewemî de jî ev agahî da: “. Di 15’ê Cotmehê de di saet 16.30’an de li navçeya Dêrika Mêrdînê li dijî polîsên tevgera taybet ên li nêzî nexweşxaneyê dewriye digeriyan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya akrep texrîp bûye, 2 polîs hatine kuştin polîsek jî giran birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî cihê çalakiyê û derdora wê operasyonek hatiye lidarxistin. “