Li Marsilyayê meş û mîtînga ji bo Efrînê
Bi wesîleya Roja Efrînê ya Cîhanê li bajarê Marsilya yê Fransayê meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Bi wesîleya Roja Efrînê ya Cîhanê li bajarê Marsilya yê Fransayê meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Çalakiya ku ji aliyê gelek saziyên Kurd û Fransî ve hate organîzekirin bi beşdariya hezar kesî pêk hat.
Girseya gel li meydana Republique li hev civiya û ber bi avahiya Walîtiya Marsilyayê ve dest bi meşê kir.
Di meşê de wêneyên zarokên li Efrînê hatin kuştin hatin hildan û bi hezaran belavok hatin belavkirin.
Piştre li ber avahiya walîtiyê mîtîngek hate lidarxistin.