Li Lulebûrgazê piştî barana zêde ava çem bilind bû lehî rabû. 3 kesên bi lehiyê ve çûn jiyana xwe ji dest dan.
Li Bajaroka Buyukkariştiran ya girêdayê Navçeya Lulebûrgaz ya Kirklareliyê ji ber barîna baranê ya zêde ava çem bilind bû û bajarok xiste binê avê. Gelek mal û kargeh di bin avê de man, 3 kesan di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan. Li bajarokê lehiya ku kete nava gelek xanî, kargeh û wesayîtan, Zehra Demîrel ya di mala ku tije bû av de, tenê bû jiyana xwe ji dest da. Bav Siyamî û kurê wî Semîh Yenî ku xwaringehê de dişixlîn jî winda bûn. Di encama lêgerînê de cesedên bav û kur hatin dîtin.
Ji ber lehiyê riyên bejayiyê ya du şerîdin D-100 ya Lulebûrgaz-Çorlu ji ketina bajarokê li trafîqê hate girtin. Ekîbên rizgarkirinê bi zor û zehmet gihiştin bajarokê. Baran heta serê sibê dom kir. Li bajarokê xebat didome. Piştî barana zêde ya li gundên Karamehmet û Bakirca ya Çorlu yê jî ji ber ava çem bilind bû gelek xanî û gom di bin avê de man. Gelek sewal jî telef bûn.
Ji ber baranê li navçeyên Saray û Çerkezkoy ya Tekîrdagê jî rojek navber dan perwerdeyê.