Li paytextê Lûbnan Beyrût û bajarên din di pevçûnên heya berê sibehê dom kirin yên navbera Sunî û Şiiyan de herî kêm 2 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku, li Saîda ya li Bakûr kesek û li Trablûsşamê jî kesek di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. Dîsan li Beyrûtê herî kêm 6 kes, li Trablûsşamê jî 10 kes birîndar bûn.
Tê ragihandin ku, li kolanên taxa Tarik Cedîde ya Beyrûtê ku piraniya wan Sunî lê jiyan dikin bi dehan kesên çekdar digerin. Tê diyarkirin ku, ev komên birûpûş li taxan noqteyên kontrolê danîne, wesayîtan dirawestînin û pirsên hûn ji kuderê tên û dê bikude herin dipirsin.
Li Trablûsşamê jî leşkeran noqteyên kontrolê danîn, wesayîta dirawestînin û nasnameyan kontrol dikin.
Tê îdîakirin ku, gelek Suniyên li Lubnanê li dijî rejima Sûriyeyê ya Beşar El Esad piştgiriyê didin muxalîfan û li beramberî vê jî Şiî jî alîgirên Esadin.
Rageşiya li bajar piştî roja Înê kuştina şefê îstîxbaratê yê polîsan yê Lubnanê Generalê Sunî Wisam El Hasan zêdetir bû.
Bifikarin ku pevçûnên li Sûriyeyê derbazî Lûbnanê bibe. Gelek siyasetmedar ji kuştina El Hasan Sûriyeyê berpirsyar digirin, her wiha di xwepêşandanên roja Yekşemê hatî pêkanîn de avahiyên hikumetê hedef hatibûn girtin.