Li bajarê Swîsre Lozanê kampanyaya îmzeya a “Ji Ocalan re Azadî” a bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, dest pê kir.
Kampayana “Ji Ocalan re Azadî” ya ji bo azadiya Ocalan û girtiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, belavê welatên Ewropayê dibe. Kampanya bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurdan li Lozanê jî hate destpêkirin.
Dê li navenda bajarê Lozanê gelek stand bên danîn û piştre jî dê li bajarên Renens, Vevey, Montreuxê stand bêne vekirin. Dê li Zanîngeha Lozanê stand bê vekirin, di van standan de dê agahî der barê rewşa Ocalan û Bakûrê Kurdistanê de bide Swîsreyiyan û banga piştgiriyê li gelê Kurd bike.
Li ber standên ku bi posterên Ocalan û alên KCK’ê hatine xemilandin, broşorên li ser armanca kampanyayê û rewşa Ocalan hatine amadekirin, tê belavkirin. Di roja yekem de, Kurdan bi sedan îmze kom kirin. Armanca kampanyaya li vir hatiye destpêkirin 10 hezar îmze ye. Kurdistaniyan da zanîn ku ew ê li dibistan, kargeh û her derê ku lê dijîn kampanyayê berdewam bikin.