Li Londonê welatparêzê Kurd Huseyîn Fîdan wefat kir

Li Londonê welatparêzê Kurd Huseyîn Fîdan wefat kir

Huseyîn Fîdan (Elîşan) ku li paytextê Îngilîstanê Londonê bi nasnameya xwe ya welatparêzî dihat naskirin jiyana xwe ji dest da.

Huseyîn Fîdan (54) ku di nava Kurdên li Îngilîstanê de weke Elîşan dihat naskirin, duh li Nexweşxaneya St.Bertholomew ya Londonê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Fîdan ku beriya vê jî di dil de hatibû emeliyat kirin çend sal bû di bin çavdêriya dixtoran de dima, beriya du mehan ne rihet bû û rakirin nexweşxaneyê. Di nexweşxaneyê de hate teşhîskirin ku penceşêr belavî hemû bedena wî bûye. Fîdan ku du sale ji ber nexweşiya penceşêrê tê dermankirin, duh di demjimêrên sibehê de jiyana xwe ji dest da.

Huseyîn Fîdan qasî ku li Îngilîstanê jiyan kir, kedek mezin da tekoşîna azadiya Kurdistanê. Di saziyên Kurdan yên li Îngilîstanê de bi salan biçalak faliyet da meşandin.

Dê ji bo Huseyîn Fîdan îro û sibe li Mala Gel taziye bê qebûlkirin. Her wiha merasima cenazeyê Fîdan jî dê roja Sêşemê di demjimêr 13.00’an de li Navenda Civata Kurdan were pêkanîn.