Li paytexta Îngilîstanê Londonê, dê ji bo piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê ya ku ji aliyê girtiyan ve hatine destpêkirin, çalakiyek bê lidarxistin.
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, dê sibê li Londonê li ber serokwezareta Îngilîstanê ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin, çalakiyek li dar bixin.
Meclîsê der barê çalakiyê de daxuyaniyek da û bi bîr xist ku çalakiya greva birçîgûnê di roja 42’yemîn de ye û gihiştiye asteke krtîk. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku AKP û Ewropa li hemberî vê yekê kerr û lal in. Meclîsê li hemberî vê bêdengiyê bang li gelê Kurdistanê û hemû aliyên dost, demokrat û humanîst dikin ku 24’ê cotmehê roja çarşemê saet di 12.00 de li bera avahiya Serokwezaretê bikin.
Her wiha, Meclîa Roj a Jinên Kurd jî dê sibê saet 10.00 li ber avahiya Rêxistina Efûya Navneteweyi ji bo girtiyan bin û dê dosyayek pêşkêş bikin. Dê banga bihîstyariyê ji rêxistinê bikin.