Li Leipzigê ji komên antîfaşîst li avahiya SPD’ê ji bo Efrînê çalakî

Komên antîfaşît ên Elman ji bo protestokirina êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê ya li ser Efrînê, li Leipzîgê li avahiya SPD’ê çalakiya Bê îteatiya sivîl lidar xistin.

Her roja diçe çalakiyên protestokirina êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê ya li ser Efrînê belav dibe.

Li gelemperiya Ewropa çalakiyên ji bo Efrînê bi şêwazên cuda cuda dom dikin.

Komên antîfaşîst ên li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê, li avahiya SPD’ê çalakiyeke bê îteatiya sivîl lidar xist.

Li gel hildana pankarta bi nivîsa “Dawî li qirkirinên Tirkiyeyê bînin” alên YPG/YPJ’ê bi şibakeyên avahiyê ve hatin daleqandin.