Li Kopenhagen, Stockholm û Lîmasolê çalakiyên 25'ê Mijdarê

Li Kopenhagen, Stockholm û Lîmasolê çalakiyên 25'ê Mijdarê

Li Kopenhagen, Stockholm û Lîmasolê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li dijî şîdeta li hemberî jinê, çalakî hatin lidarxistin.

KOPENHAGEN

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de panelek hat lidarxistin. Panela ji aliyê Komeleya Jinênê Kurd û Tevgera Jinê ya Danîmarkayê ve hat organîzekirin, li Navenda Civaka Kurd a Danîmarkayê ya li Kopenhagenê pêk hat. Berdevka Kvinderådet di axaftina xwe ya li panelê de behsa nameya xwe ya çend hefte berê ji Serokwezîra Danîmarkayê re şandiye û bal kişand ser bandora şer a li jinê. 

Li ser navê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) Fîdan Yildirim jî şîdeta çeteyên DAIŞ'ê ya li Kurdistanê li hemberî jinê dike nirxand û anî ziman ku DAIŞ ji aliyê sîstemê ve tê birêvebirin. 

Seroka Xaça Sor a Danîmarkayê Arne Vaagen jî ragihand ku li herêmê pêwîstiya 9 mîlyon mirovî bi lezgînî bi ambûlans, xwarin û dermanan heye û diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din di vî warî de xebateke têrker nameşînin. Berdevka Navenda Rehabîlîstasyonê ya Tanya Weiss jî anî ziman ku ew amade ne alîkariya rehabîlîtasyonê bidin penaberên hatine Danîmarkayê.

STOCKHOLM

Bi sedan jinên bi wesîleya 25'ê Mijdarê li paytexta Swêd Stockholmê li meydna Medborgarplatsenê hatin cem hev, sîstema baviksalarî, zext, êrîş û tundiya li hemberî jinê şermezar kirin. Parlamentera Partiya Çep Amineh Kakabaweh di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser gotinên Recep Tayyîp Erdogan ên jinê biçûk dixînin û got, "Erdogan bi awayekî vekirî dibêje, jin û mêr newekhev in, ev yek li dijî qanûna xwezayê ye. Li gorî qanûnên xwezayê, li Kobanê jin li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên Erdogan destekê dide wan, şer dikin. Li gorî qanûnên xwezayê li her devera cîhanê jin dadikevin qadan û li dijî şîdetê şer dikin. Têkoşîna jinên Kurd a li Kobanê û Kurdistanê li dijî sîstema baviksalariyê, Erdogan aciz dike. Lewma Erdogan êrîşî jinan dike û sûcê nefretê dike."

Li ser navê Însiyatîfa Jinên Kurd û Tirk Latîfe Fegan axivî û diyar kir ku li gelemperiya cîhanê yek ji sê jinan rastî şîdeta fîzîkî û psîkolojîk tên û destnîşan kri ku ev yek ji bo lîderên cîhanê cihê şermê ye. Fegan da xuyakirin ku ew berxwedana lehengî ya jin li Kobanê li çeteyên dijminê jinê DAIŞ'ê nîşan dide, silav dikin.

Seroka Komeleya Pela û Fadîmeyê ti carî ji bîr neke Sara Mûhammed jî pirsa "We ji bo rizgarkirina jinên Êzidî, Asûrî-Suryanî yên hatin revandin çi kirin?" li Neteweyên Yekbûyî kir. Mûhammed diyar kir ku jinên Kurd ên li Kobanê li hemberî barbaran şer dikin rûmeta wan e û destnîşan kir ku ew bi wan serbilind in û divê destek ji wan re bê dayîn.

LÎMASOL

Li bajarê Qibris Lîmasolê jî di çarçoveya 25'ê Mijdarê e li Lîdra Palacayê bi desteka rêxistinên jinên demokratîk ên Qibrisî çalakî hat lidarxistin.

Çalakî di kesayetiya Arîn Mîrxan de, ji Xwişkên Mîrabel heta Sakîne Cansizan diyarî hemû jinan hat kirin. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Demokratîk li Qibrisê Fatma Temel li vir axivî û anî ziman ku şoreşa li Rojava jinê hilgirtiye ser milê xwe, ne tenê ji bo Rojava dengê tevahiya jinên li cîhanê û hêza wan e.