Li Konyayê nijadperest hatin berdan
Li Konyayê di meha Gulanê de bi dehan kesan êrişî malbateke Kurd kiribûn. 6 êrişkar hatin berdan û 10 êrişkar jî ketin bin parastina dewletê.
Li Konyayê di meha Gulanê de bi dehan kesan êrişî malbateke Kurd kiribûn. 6 êrişkar hatin berdan û 10 êrişkar jî ketin bin parastina dewletê.
Di 12’ê Gulanê de li Taxa Bahçeşehîr a Merama Konyayê nijadperestan êrişî malbateke Kurd kiribûn. 60 êrişkar tevlî vê êrişê bûbûn. Ev êrişkarên ji heman taxê bûn diyar dikirin ku ew girêdayî ‘Ulkucuyên’ Tirk in.
Nijadperestên Tirk girtibûn ser mala Dedeoglû û gotibûn ‘Em nijadperestên Tirk in, em ê nehêlin hûn li vir bijîn.”
Nijadperestên Tirk bi kêr, dar û keviran êrişî malbatê kiribûn. Di êrişê de xwîn ketibû ser mejiyê Metîn Dedeogûllari û endamên din malbatê jî birîndar bûbûn.
Piştî êrişê 2 rojan 10 kes hatibûn destgîrkirin û 6 êrişkar jî hatibûn girtin. Li gorî nûçeya Berna Kîşîn a ji Ajansa Mezopotamyayê di meha Hezîranê de êrişkarên binavê Ayşe Keleş û Şerîfe Çalik bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.
Parêzerê malbata Dedeogûllari Abdurahman Karabûlût jî diyar kir ku ji bo 10 bersûcên di dosyeyê de biryara parastinê hatiye dayîn.
Bariş Dedeogûllari ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got “Her roj bi wesayîtan tên pêşiya mala me û çêrên zayendî dikin. Girtin ser mala, êrişî me kirin, gef li me xwarin lê êrişkaran ji bo xwe biryara parastinên dan pêkanîn. Me êdî hêviya xwe ji emniyetê jî û ji bo hiqûqê jî birî. Heke mesele Kurd bin edalet tune. Milê xwişka min şikandin, ew ê heta dawiya emrê xwe nikaribe destê xwe bilivîne. Ka edalet li ku ye?”