Li konbajaran malên pêlîstok ên xeyalên zarokan

Li konbajaran malên pêlîstok ên xeyalên zarokan

Zarokên Kobanê yên ku xeyalên wan konbajar derbas kirine hesret û daxwazên xwe bi lîstîkên dilîzîn nîşan didin. Zarok di şevên sar ên zivistanê de li konan ji qarton û keviran xaniyên xwe yên li pey xwe hiştine ava dikin.

Ji Kobanê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê herî zêde zarok û kal pîr mecbur man ji axa xwe derkevin û koçber bibin. Niha li Pirsûsê hemû tiştên xwe li pey xwe hiştine û li konbajaran jiyana xwe didomînin. Zarok hesret û bîranînên xwe bi lîstîkên xwe ve nîşan didin, jinan jî êşa şer bi xemgîniya xwe ve anîn.

TEVÎ HER TIŞTÎ RÛYÊ WAN DIKENE

Zarokên li konbajaran dimînin daxwaz û hesreta xwe bi lîstikên ku dilîzîn ve nîşan didin, di şevên sar ên zivistanê de bi hesreta maleke germ a, lê bijîn li konan bi qartonan û keviran xaniyan çêdikin. 

MALEK DIŞIBE MALA XWE ÇÊKIRIN

Zarok li konbajaran di qadeke ji çend metreyan pêk tê bimînin jî, cîhana wan a xeyalan ji wê wêdetir e. Li ser pirsa "We çima xanî çêkir" zarokê bi navê Bawer ê 10 salî û Rûgeş ê 6 salî bi ken dibêjin ku wan maleke dişibe mala xwe ya li Kobanê çêkirine û dixwazin vegerin mala xwe. Zarokên ku travmaya giran a şer dijîn tevî hemû tiştan bi rûyê xwe yên ken nîşana serkeftinê dikin û hemû kesên tên konbajaran weke kesên wê wan bibin Kobanê dibînin.