Li Kobanê talana DAIŞ'ê, li Pirsûsê şîdeta leşkeran
Li Kobanê talana DAIŞ'ê, li Pirsûsê şîdeta leşkeran
Li Kobanê talana DAIŞ'ê, li Pirsûsê şîdeta leşkeran
Mihemed Derwêş ê 60 salî ku li herêma navberê ya li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê li ber heywanên xwe bi rojane disekine, tevî ku du caran ceriband jî destûr jê re nehat dayîn ku bi heywanên xwe re ji sînor derbas bibe. Derwêş her carê rastî şîdeta leşkeran hat û ji neçarî heywanên xwe ji xeteriya DAIŞ'ê re hişt û hat Pirsûsê. Derwêş anî ziman ku wî gayê xwe yê pê li mayinê kir bi buhayekî biçûk firotiye leşkeran û got, "Dewleta Tirk bi zanebûn heywanên min ji çeteyên DAIŞ'ê re hişt."
Çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ, ku li hemberî şervanên YPG/YPJ'ê derbên giran dixwin û dişkên, li ser sînor li pêş çavê leşkerên Tirk talan û diziyê dikin. Mihemed Derwêş (60) ê ji gundê Şêranê, ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê hewl da 40 heywanên xwe derbasî Pirsûsê bike, tevî ku du caran ji sînor derbas bû jî, leşkerên Tirk ew her carê vegerandin. Derwêş ji neçarî heywanên xwe li bin xetê hişt û hat Pirsûsê.
PANZÊR AJOTIN SER HEYWANÊN MIN
Mihemed Derwêş da zanîn ku ew li zilma DAIŞ'ê û helwesta dijminane ya leşkerên Tirk rast hatiye û got, "Dema çeteyên DAIŞ'ê ji Rojhilatê Kobanê êrîş kirin, em jî ji gundê Şêranê hatin ser sînor. Zarokên min derbasî Pirsûsê bûn, lê belê destûr nedan ku 40 heywanên xwe yên çavkaniya yekane ya debara me ye, em ji sînor derbas bikin. Carekê min bi dizî heywanên xwe derbas kir û tevî ku bi 2 kîlometreyan çûm jî, leşkerên Tirk bi panzêran pêşî li heywanên min girtin. Panzêr ajotin ser heywanên me û 6 heywanên min kuştin. Yên mayî jî careke din derbasî aliyê din ê sînor kirin."
'GAYÊ PÊ LI MAYINÊ KIR, MIN FIROT LEŞKERAN'
Tevî ku çeteyên DAIŞ'ê li ser sînor bûn Derwêş careke din biryara çûyînê da, vê carê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbas dibe û piştî ku şevekê li wir dimîne derbasî Kobanê dibe. Derwêş got, "Dema hatim gund, rûniştim û giriyam. Ji ber ku gund vala bû, bi tenê heywanên min li gund hebûn" û ji bo bi heywanên xwe re derbasî Pirsûsê bibe careke din tê ser sînor. Gayekî Derwêş pê li mayinê dike û lingekî wî jê dibe. Derwêş dibêje, "Min jî bi pereyekî gelekî kêm firot leşkeran. Lê tevî ku bi saetan li ser sînor di vê hewa sar de sekinîm jî, nehiştin ez ji sînor derbas bibim."
'LEŞKERAN HEYWANÊN MIN JI DAIŞ'Ê RE HIŞTIN'
Mihemed Derwêş diyar kir ku ji ber tirsa revandina ji aliyê DAIŞ'ê ve wî heywanên xwe hiştiye û hatiye û got, "Rojekê çeteyên DAIŞ'ê hatin ser xeta sînor cihê em lê disekinîn û ji min re gotin 'Tu çima li virî?'. Di nava wan de yekî hewl da bi Tirkî biaxive, min jê re got e bi Tirkî nizanim. Li ser min geriyan û ji min re got, 'Heywanên xwe bihêle û vê derê biterikîne'. Min fêm kir ku berî min bikujin divê ji sînor derbas bibim. Heywan li wir man. Dewleta Tirk bi zanebûn heywanên min ji çeteyên DAIŞ'ê re hişt. Gelekî li ber ketim ku heywanên min ketine destê DAIŞ'ê."


