Li Kîel êrîşên li hemberî Rojava hatin şermezarkirin

Li Kîel êrîşên li hemberî Rojava hatin şermezarkirin

Êrîşên li hemberî Rojavayê Kurdistanê li bajarê Kîel ê Elmanyayê bi meş û mîtîngekê hat protestokirin.

Êrîşên li hemberî Rojavayê Kurdistanê li Ewropa tê protestokirin. Kurdistaniyên ku li bajarê Kîel ê Elmanyayê dijîn bi armanca şermezarkirina êrîşan meşek û mîtîngek li dar xistin.

Kurdistaniyên ku li ber Komeleya Çand a Kurd a Kîel hatin gel hevdu, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên PYD’ê û ligel wêneyê Endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso yê li Qamişlo di encama sûîqesteke bombeyê hat qetilkirin dovîzên bi Elmanî û Kurdî, bi dirûşmayan ber bi navenda bajêr ve meşiyan.    

Girse dema ber bi Hauptbahnofê meşiya cadde li trafîkê girt. Di çalakiya ku 10 deqîqeyan berdewam kir de têkildarî êrîşên li Rojavayê Kurdistanê bi Elmanî û Kurdî axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan girseya ku dest bi meşê kir li Asmus Bremerplatz a li navenda bajêr mîtîngek li dar xist.  

Li wir di şexsê Îsa Huso de ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistan de jiyana xwe ji dest dane deqiqeyekê rêz hat girtin. Axaftina di mîtîngê de ji aliyê Mahmut Efrîn ve hat kirin.

Efrîn destnîşan kir ku Rojava ji bo Kurdan û Kurdistanê rûmet e û got, “Xwedîderketina li rûmeta xwe wezîfeya her Kurdî ye” û banga piştgiriyê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê li gelê Kurd kir. Mîtîng, bi silavkirina Şoreşa Rojava bi dawî bû.