Li Kalkandereyê yek jê rojnamevan 5 kes ketin greva birçîbûnê

Li Kalkandereyê yek jê rojnamevan 5 kes ketin greva birçîbûnê

Hêjmara girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên tevlî çalakiya greva birçîbûnê di bin her diçe zêde dibe. Li Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rîzeyê 5 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger bûn.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê di 12'ê îlonê de bi armanca şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên tenduristî, ewlehî û azadî pêk bên û daxwazên gelê Kurd ên demokratîk bên qebûlkirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger kiribûn, çalakî bi tevlîbûna gelek girtiyên din berdewam dike.

Li gorî agahiya rewşa girtiyên bi navê Sedat Çayir, Mehmet Înatçi, Îlhan Dayan, Mazhar Tumen, Şerîf Erten, Recep Bal, H. Mesut Çelebî, Edîp Erdem, Mahsum Kahraman û Metîn Toprak ên di 12'ê îlonê de li Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rîzeyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin her roj ber bi nebaşbûnê ve diçe.

Li gorî agahiyên ji xizmên girtiyan hatin girtin di nav de Nûçegihanê DÎHA'yê jî heyî 5 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Navên 5 girtiyên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin evin: Rojnameger Faysal Tunç, Erdogan Dînçer, Ahmet Oguz, Kadîr Emek û Serdar Toprak.