Li Îzmîrê 14 kes sewqî dadgehê kirin

Li Îzmîrê 14 kes sewqî dadgehê kirin

Li Qada Gundogdu di serdegirtinan de ji 46 kesên hatin binçavkirin 32 kes piştî îfadeya wan a dozgeriyê serbest hatin berdan û 14 heb jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.

Di konên li Qada Gundogdu bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Parqa Geziyê, hatibûn avakirin, 3 roj berê polîsan bi serde girt û 46 kes binçavkirin. 32 kes hatin berdan û 14 kes jî sewqî edliyeyê hat kirin.