Li Îtalyayê li dijî polîtîka şidandina kemerê grev
Li Îtalyayê li dijî polîtîka şidandina kemerê grev
Li Îtalyayê li dijî polîtîka şidandina kemerê grev
Li Îtalyayê li dijî polîtikaya hikûmetê ya şidandina kemerê grev pêk tên. Li ser bangewaziya sendîkayekê karkerên ku diçûne grevê xwendekaran jî piştgirî da. Greva ku sendîkayekî biçûk dayî destpê kirin, di serê hefteyê de li tevayê welat bi tevlîbûna tevayî sendîkayan dibe berfireh bibe. Sendîka li dijî butçeya hikûmetê ya ji 2014’ê re diyar kirine di grevê dene.
Li ser bangewaziya sendîkaya bi navê Solco Cobas grevê destpê kir. Di roja yekem ya grevê de, dibistan, sektora giştî, nexweşxane û wesayitên xizmeta giştî jê bandor bûn. 3 sendîkayên mezin yên li Îtalya ji bo ka wê biçene grevê yan ne wê roja Duşemê diyar bikin.
Hikûmeta Îtalya roja Sêşema borî butçeya sala 2014 nirxand. Tê payin ku heya dawiya salê jî bête pejirandin. Li gorî butçeya 2014’ê danînên di xerckirinên sektorên giştî de wê rabe.
Sendîka piştgiriyê nadin vê projeyê. Sendîka ji rawestandina maaş û baca ku di raya navnetewî de soza wê hatî dayîn ji bo ne xistina wê ya di jiyanê de, ne razîne.
Berdevkê sendîka Cobas wiha got: “ Bi vê bûtçeyê ji xwe hikûmet ji bo welat ku êdî ketiye ser çûkên xwe ti tiştekî baş nake. Li gel polîtîkaya şidandina kemerê jî em dizanîn ku wê encamên xirab jî çêbibin. Ji ber her ku diçe deyîn zêde dibin û bê karî jî zêde dibe.”