Li Îranê zextên li ser Yarsanan zêde dibin
Li Îranê zextên li ser Yarsanan zêde dibin
Li Îranê zextên li ser Yarsanan zêde dibin
Li paytexta Tehran a Îranê, 780 kesê mensubên baweriya Yarsanî ku li ber avahiya Parlamentoyê xwepêşendan pêk anîn, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin binçavkirin û birin girtîgeha Evînê ya ku îşkenceyê navdare.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Kurdên mensubên baweriya Yarsanîne bi daxwaza ‘mafê wekhev’ li ber meclisê çalakiya protestoyî pêk anîn û rastî mudaxaleya hêzên dewletÊ hatin. Li gorî çavkaniyên herêmî herî kêm 80 kes hatine binçavkirin û şandine girtîgeha Evînê. Di nava van de du birayên kesekî ku di meha hezîranê de bi armanca zextên li ser Yarsaniya protesto bike bedena xwe da ber agir jî hebû.
Di hezîrana borî de bi armanca bipêkirinên mafê mirovahiyê yên li dijî girtiyên mensubên baweriya Yarsaniye şermezar bikin, li Kirmaşan, Hamedan û Tehranê çalakiyê protestoyî pêk hatibûn.
Rejîma Îranê bi binpêkirinên mafê mirovahiyê rastî bertekên mezin tên. Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, di rapora xwe ya 2013’an de diyar kir ku merciyên Îranê li dijî kêmarên ku ne Şîî ne newekheviyê dike û bi taybet li ser civaka Sufî û Yarsanî zextan zêde dike.
BAERIYA YARSANIYÊ
Yarsanî bi navê din Ehl-î Hak wateya wê ‘Mirovê heqîqetê ne’. Li Rojhilatê Kurdistanê ev olê heterodoks zêde ye û piştî sedsala 14’emîn ji baweriya Zerduştiyê xwe xwedî kir û ava bû. Der barê koka ola Yarsaniyê ku ji aliyê Sultan Sahak ku ji koka Musal El- Kazim hatiye û wek Haci Bektaş-i Velî tê binavkirin, agahiyek zelal nîne û bandora gelek baweriya li ser ol heye.
Hinek çavkani Yarsanîzmê wek tarîkatekê digirin dest û li gorî hinekan jî oleke cudaye. Yarsanîbûn rastî zextên rêveberiya Şîî û Suuniyan tê. Lê desthildatdariya Sunnî vê baweriyê wek ‘çêker’ dibîne û dibêjin ew di esasa xwe de ne muslimanin.
Pispor û lêkolînger Mehrdad Mîchael Îzady diyar kir ku Yarsanîzm, bi ola Elewîtî û Êzdiyatiyê re yek ola ku yazdanîzmê ava dikeye. Îrene Melîkoff baldikişîne ser van nokteya hevpar ya her sê olan û diyar dike ku der barê vejîna Cîhana Elewîtî-Bektaşîbûnê de sê rêgez ji bo Kurdan tenê heye û di dînên Êzdî û Ehl-î Hak jî cih digire. Nokteyeke din ya di navbera Yarzanîbûn, Êzdîtî û Elewitiyê de Melekê Tawus (Ange-Paon) ne.
Li Îranê Kurdên Yarsan wek Yarsan an jî Ehl-î Hak tê bi navkirin û li Başûrê Kurdistanê jî wek Kakêyî ango Sarlî tê binavkirin.