Li Îranê wesayîtek ket bendavê: 14 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Îranê wesayîtek ket bendavê: 14 kesan jiyana xwe ji dest da

Wesayîtek ket Bendava Karunî Helkewt a di navbera Loristanê û Çiwarmehala Bextyarî de û di encam de 14 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin wesayîtek dema ku li ser rêya Belemêkana mezin re derbas dibe diqulipe û  dikeve bendava Karûnî. Di encam de di nav wan de 5 jin û 7 zarok bi giştî 14 kes jiyana xwe ji dest didin.

Hêjayî gotinê ye heta niha jî  rêyên wan gundan nehatine çêkirin ku nêzî 10 hezar mirov li wan deveran dijîn.