Li Hollanda û Elmanyayê coşa sala 36’an

Li Hollanda û Elmanyayê coşa sala 36’an

Li bajarê Den Haag a Hollandayê 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi tevlibûna partiyên siyasî û gel hat pîrozkirin. Axaftina Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm mohra xwe li şevê xist.

Li gel partiyên siyasî yên Rojava, ji Başûrê Kurdistanê nûnerên PDK, YNK jî  tevlî pîrozbahiyan bûn. Di şevê de peyama Tevgera Goran, Partiya Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Asurî ya Ewropayê û Partiya Asurî ya Hollandayê di pîrozbahiyê de hat xwendin.

Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm di şevê de axivî û  diyar kir ku ev rojên berxwedan û azadiyê di encama têkoşîna 36 salan de hatiye bidestxistin û wiha got: “Ev serkeftina Kobanê bi saya şehîdên me pêk tê. Berxwedana Rojava û Kobanê berhema têkoşîna 36 salan e."

Di şevê de Kamuran, Koma hereme, Nûarîn, Comerd, Pinar Yildiz, Koma Zerdeştê Kal, Govend Koma Adar derketin ser dikê.

LI ELMANYAYÊ PÎROZBAHÎ

Li bajarê Frankfurt a Elmanyayê damezarndina PKK’ê li Hanau Stenhaim hat organîzekirin û nêzî hezar Kurd tevlî bûn. Di pîrozbahiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Bername bi axaftina Sabrî Agirî destpê kir.

Sabrî Agirî di axaftina xwe de diyar kir ku ciwanên Kurd bi berdêl dayînan nirx afirandine û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd bi peywira xwedîderketina li nirxan berpirs in. Rola Ewropayê rola gelê Kurd jî girîng e. Me bi çalakiyên xwe yên vir xwedîderketina jiyana azad nîşanî hemû raya giştî ya cîhanê da. Me dewletên bêdeng şiyar kir.”

Li ser navê Tevgera Civaka Frankfutê Omer Koyuncuer axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya rojê.