Polîsên Holandî êrîşê koma ciwanên Kurd ên ku dixwestin bi boneya protestokirina komploya navneteweyî, ji Den Haagê biçin Rotterdamê kirin. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 2 ciwanên Kurd birîndar bûn.
Meşa ciwanên Kurd bi awayeke aram heta navenda Rotterdamê berdewam kir. Gava ciwanan xwestin li Îstasyona Navenda Rotterdamê daxuyaniyek bidin. Komek faşîstên Tirk êrîşê Kurdan kirin. Ciwanên bersiv dan êrîşê. Piştî alozî bi dawî bû, polîsan êrîşên ciwanan kirin û 2 ciwan hatin binçavkirin.
Polîsan xwestin ciwanek din binçav bikin, lê li rastî berxwedana di encamê de 2 ciwanên Kurd birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku di encamê de gelek kes hatin binçavkirin.