Li herêma erdhejê metirsiya ji ber toza bi jehr

Li herêma erdhejê di dema rakirina enqazan de toz radibe. Xebatkarên tenduristiyê têkildarî madeyên kîmyewî yên di nava tozê de hişyariyê didin.

Erdheja li Mereşê mehek li pey xwe hişt. Li bajêr niha jî pirsgirêkên nû rû dane.

Li herêma ku dawî li karê lêgerîn û rizgarkirinê hatiye anîn, enqaz têne rakirin. Lê belê rakirina enqazan dibe sedema pirsgirêkên nû yên tenduristiyê.

Li Hatayê karê rakirina enqazê piştî roja 20'î ya erdhejê destpê kiribû. Dewleta Tirk bêyî wergirtina tedbîrên ewlekariyê û bêyî planekê karê rakirina enqazê dike. Ev jî bû sedem ku toz bi ser bajêr ve bikeve.

Rêxistinên tenduristiyê têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê yên gengaz ên di dema hilweşandina enqazê de gelek caran pêşniyarên xwe parve kirin. Lê belê dewleta Tirk ku guh nade pêşniyaran, bêyî wergirtina tedbîran bi lez û bez dest bi rakirina enqazê kiriye.

Lewma toz bi ser temamiya Hatayê ketiye. Li bajêr di dema hilweşandina enqazan de tedbîrên ewlekariyê jî nayên wergirtin.

Ji Koordînasyona Avhewa û Edaletê Melîs Tantan hişyarî ra ku toza bi ser bajêr ketiye destpêka nexweşiyeke mezin e û got, "Ya rast, sûc tê kirin. Sûcekî bi vî rengî; bandorê li tenduristiya gel û zindiyan dike. Çend sûcan bi hev re dikin. Normal divê cihên diyarkirî hebin ji bo bermahiyên kavilan li wan deveran bêne rijandin. Di dema diyarkirina vî cihî de jî sûc tê kirin. Ji ber ku bi giranî dorhêla çeman têne hilbijartin."

Tantan hilweşandina bi lez û bez a enqazê polîtîkayeke dewletê ye û got, "Ev nêzîkatî di heman demê de hilweşîneke mezin jî bi xwe re tîne. Ev bêplanî beriya erdhejê destpê dike û weke dewleta ku me di dema erdhejê de nedît, dewam dike. Niha jî di asta rakirina enqazê de dewam dike. Piştre jî wê di bajarbûnê de dewam bike. Bêplaniyeke dewamkirî heye. Di her astê de bêplanî heye."

Tantan destnîşan kir ku ev bêplanî gefa tenduristiyê li gel dixwe û diviyabû bi rêxistinên ekolojiyê, pisporên asbest, saziyên civakî yên sivîl, rêxistinên ked û pîşeyî bişêwiriyan, lê belê ev nehate kirin.

Tantan diyar kir ku toza bi ser herêmê ketiye pirsgirêkeke tenduristiyê ye ku asbest wê bi salan bandorê li herêmê bike û got, "Ne bandoreke welê ye ku îro, sibe bidawî bibe. Toza ku hûn dibînin nîşaneya vê yekê ye. Ji tiştekî diyarkirî nayê, mîna nexweşiyeke veşartî ye. Ne weke daqurtandina tozeke ji rêzê ye.

Mîna tiştekî bi vî rengî ye. Tu dû dibîne, tu zane ku dûyê reş gemarî ye, lê dûyê spî nizanî. Ji ber ku rengê xwe spî ye mîna ku paqij e xuya dike, madeyên kîmyewî yên di nav de hatine veşartin. Ev meseleya tozê jî bi vî rengî ye. Bandora xwe wê li ser gelek nifşan dewam bike. Bi gotina doktoran, rîsk heye ku bibe sedema kanserê lê belê kî zane em li vê derê çi dadiqurtînin.

Ne tenê asbest heye, madeyên cuda yên kîmyewî jî di nava vê tozê de hene. Mehek di ser erdhejê re derbas bû. Mexdûrên erdhejê, mirovên dilxwaz meheke vê toza bi jehr dadiqurtînin. Piştî bi salan wê bandorê li kansera pişikê bike."