Li hemberî Walîtiya Hewlêrê êrîşa xwekujî
Li hemberî Walîtiya Hewlêrê êrîşa xwekujî
Li hemberî Walîtiya Hewlêrê êrîşa xwekujî
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê, li cihekî nêzî avahiya Walîtiyê êrîşêke xwekujî rû da.
Li gorî dema herêmê saet di 11:30 de, hat xwestin ku bi wesayîteke bombebarkirî li hemberî Walîtiya Hewlêrê êrîşek xwekujî were kirin. Şahidên bûyerê dan xuyakirin, ku hêzên ewlekariyê bi çalakgerê xwekuj hesiyane û berî xwe bigihîne Walîtiyê, wesayîta bombebarkirî teqandine.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, heta niha 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku 2 ji van sivîl, 2 jî polîs in.
