Li Taxa Benî Zeyd a Helebê piştî şerê di navbera Artêşa Azad û hêzên rejîmê de rû da, hêzên rejîmê tax topbar kir û di encamê de yek ji wan jin 3 sivîl birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên artêşa azad li dijî noqteya leşkerên rejîmê ya bi navê Elmehleb ku dikeve navbera xaçerêya Elşîhan û herêma Sebîl, êrîş pêk anî. Bi êrîşê re di navbera herdu aliyan de pevçûn çêbû û hêzên artêşa azad xwe vekişandin nava Taxa Benî Zeyd. Piştî pevçûnê hêzên rejîmê jî tax topbaran kir.
Di encama topbaranê de yek ji wan jin 3 sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Osman a li Taxa Eşrefiyê. Her wiha ziyan gihişt malên şêniyên taxê, gelek kesan ji taxê derketin kirin û berê xwe dan taxên kurdan.
Taxa Benî Zeyd wekî taxek di bin kontrola artêşa azad de tê zanîn.