Li Helebê teqîn: 1 mirî, 3 birîndar

Li Helebê teqîn: 1 mirî, 3 birîndar

Li bajarê Halebê yê Sûriyeyê, di encama teqînek ku bi wesayîtek bombebarkirî pêk hat de, kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, teqîn di saetên serê sibehê de li ber Nexweşxaneya Suriye û Firansî ya li nêzî Taxa Eşrefiye ku piranî Kurd, Suryanî û Ereb lê dijîn pêk hat. Hate ragihandin ku teqîn ji ber bombeyek di nava wesayîtekê de hatiye bicîhkirin, pêk hatiye û di encamê de kesekî ku tê gotin ajokarê wesayîtê ye mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Ji ber ku teqînê camên nexweşxaneyê û avahiyên derdorê jî şikestin. Ji ber tirsa ku teqînê gelek welatî ji taxê derketin û reviyan taxên cîran.

Piştî teqînê hêzên rejîmê yên ku li dora nexweşxaneyê bicîh bûn, gule berdan hewa.

Hate hînbûn ku li nexwexaneya behsa mijarê, leşkerên rejîmê yên birîndar dihatin dermankirin.