Li Hatayê piştî mehekê hê jî pêdiviyên sereke nayên peydakirin
Ligel ku mehek ji ser erdhejê derbas bû, li gelek bajaran hê jî pêdiviyên sereke nayên peydakirin. Bi taybetî problema kon û stargehan didome.
Ligel ku mehek ji ser erdhejê derbas bû, li gelek bajaran hê jî pêdiviyên sereke nayên peydakirin. Bi taybetî problema kon û stargehan didome.
Di 6’ê Sibatê de erdhej çêbûbû û li 11 bajaran li gorî daxuyaniyên fermî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.
Ji destpêka erdhejê de polîtîkaya dewletê ev e ku gel ji Hatayê koç bike û ji ber vê kêmasiyên gel peyda nake.
Koordînasyona Alî Îsmaîl Korkmaz Akdenîz Armûtlû ya ku yek ji wan koordînasyonan e ku ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê hatibû avakirin. Koordînasyonê ji bo çareserkirina pirsgirêkan xwest bi Waliyê Hatayê Rahmî Dogan re hevdîtinê bike. Lê belê hewldanên hevdîtina bi walî re bê encam ma. Mexdûrên erdhejê yên ku nekarîn xwe bigihînin Walî Rahmî Dogan, piştî israrê bi alîkarê Walî re hevdîtin kirin û pirsgirêkên xwe ragihandin jê re.
Nûnerên Navenda Koordînasyona Armûtlû ya Akdenîz Alî Îsmaîl Korkmaz ji Alîkarê Walî re ragihandin ku bi destpêkirina baranê re li Hatayê malbatên ku wê li derve di konan de bimînin zehmetiyê dikşînin, ji ber vê ji alîkarê walî palet û du makîneyên cilşuştinê xwestine.
TIREK PALET XWESTIN 20 PALET HAT ŞANDIN
Piştî hevdîtina bi walî, erdhejzedeyan diyar kirin ku walîtiyê ji wan re 20 palet û du kolî şandine. Erdhejzedeyan diyar kirin ku heta îro walîtiyê kon jî nedane wan, walîtî henekê xwe bi wan dike û dixwaze gel ji van deran koç bike.