Li Hambûrgê serlêdan kirêkirina salonê ya ji bo Erdogan hate redkirin

Erdogan ji bo Lûtkeya G20 a ku wê li Hambûrgê bê lidarxistin, wê 7’ê Hezîranê biçe Elmanyayê.  Serlêdana salona ya ji bo Erdogan ku biçe Lûtkeya G20’ê, lê axaftin bike hate redkirin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ku ji bo beşdarî Lûtkeya G20’an bibe, wê di 7-8’ê Hezîranê de biçe Elmanyayê. Serlêdana salona ya ji bo Erdogan ku biçe Lûtkeya G20’ê, lê axaftin bike hate redkirin. Organîzatorên ku ji bo aktivîteyê ya ku plan dikir 9’ê Tîrmehê pêk bîne serî li Westfallenhalle ya  li bajarê Dortmûndê dan, ji ber xebatên saziyekî din hate redkirin.