Li Hambûrgê mîtînga Efrînê

Bi banga NAV-DEM li Hambûrgê ji bo Efrînê mîtîngek hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan yên ku di saet 16:00’an de li Sternschanze kom bûyî, bi vekirina pankartan dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê û helwesta Almanya ya di vê mijarê de hate protestokirin.

Di axaftinên çalakiyê de hati kirin, piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, firotina çekan a bihayê 4 milyonan a hikûmeta Elmanyayê hate şermezarkirin. Di axaftinan de bal hate kişandina ku çeteyan li gel malbatên wan li Efrînê bi cih dikin. Bang li hemû rayên giştî hat kirin ku li dijî vê bikevin nava tevgerê.

Di dawiya çalakiyê de, banga tevlîbûnê ji bo meşa aştiyê ya Paskalya ku weke keveşopiyekê tê lidarxistin ku wê roja Duşemê saet 12:00’an li St.Georg-Kîrchofê bê lidaxistin bibe.