Li Goteborgê dê ji bo azadiya Ocalan stand bê danîn

Li Goteborgê dê ji bo azadiya Ocalan stand bê danîn

Kurdistaniyên li bajarê Goteborg yê Swêdê jiyan dikin ji bo serbest berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê her roja Şemiyê standê vekin.

Standên ku dê li parkek û du qadên Brunnparken, Drottningtorget û Kongsportsplasenê bên danîn, dê broşûr û belavokên pêşketinên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî cih bigirin. Ji bo Azadiya Ocalan dê îmza werin komkirin.

Komeleya Çanda Kurdan ya Goteborgê ku amadekariya çalakiyê dike, banga tevlîbûnê lihemû Kurdistaniyan kir.