Li gorî Gul li Roboskiyê ‘ji çavkaniyên netewî bawer bikin’

Li gorî Gul li Roboskiyê ‘ji çavkaniyên netewî bawer bikin’

Serokkomar Abdullah Gul li ser nûçeya komkujiya Roboskiyê ya rojnameya Wall Street ya li Amerîkayê weşanê dike got; “Agahiyên destpêkê bi derfetên me hatine berhevkirin. Dibe ku piştre jî agahiyên heman awayî hatibin berhevkirin. Ev yek rewşeke asayî ye. Divê beriya her tiştî em ji çavkaniyên xwe yên netewî bibawer bin.”

Serokwezîr Abdullah Gül beriya biçe Amerîkayê li balefirgeha Esenbogayê pirsên rojnamevanan bersivandin. Gul anî ziman ku, di nava Iraqê de pirsgirêkên cidî tên jiyîn û got; “Ji destpêkê heta niha me derheqê Iraqê de hin tişt gotin. Heke welatek bi gelê xwe re di nava aştiyê de nebe, heke parçebûneke mezin bijî wê demê hêza wî welatî dê pûç derkeve. Mixabin îro li Iraqê rewşeke bi vî awayî tê jiyîn.” Gul li ser hevdîtina bi Serokê Herêma Federal ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî wiha axivî: “Li herêma me bêîstîxrarî xetereyeke herî mezine. Lewma em girîngî didin şert û mercên cîranên xwe. Barzanî derheqê aramiya Iraqê de agahî dan me, me jî nêrînên xwe bi wan re parve kirin.”

Gul herî dawiyê li ser nûçeya Komkujiya Roboskiyê ya di rojnameya Wall Street ya li Amerîkayê weşanê dike de jî wiha got; “Li gorî daxuyaniya me agahiyên destpêkê ji aliyê çavkaniyên me ve hatine dayîn. Li wê derê bûyerek qewimî ye. Ev bûyer di nava saniyeyekê de pêk nehatiye. Li wê derê mirov dimeşin. Herkes dikare wêneyên wan mirovan bikişînin. Agahiyên destpêkê ji aliyê çavkaniyên me ve hatiye dayîn. Ev yek rewşeke asayî ye. Divê em ji çavkaniyên xwe yên netewî bibawer bin.”