Li girtîgehê mirina bi guman

Li girtîgehê mirina bi guman

Hikumxwarê bi navê Şevket Sanlav ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Wanê dihat ragirtin, li hucreya xwe mirî hat dîtin.

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Wanê, hikumxwarê bi navê Şevket Sanlav ê ji ber nîqaşa bi girtiyekî re cezayê hucreyê yê 3 rojan lê hat birîn, duh êvarê li hucreya lê mirî hat dîtin. Hat îdîakirin ku Sanlav xwe bi darve kiriye. Cenaze rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Wanê. Kekê Sanlav Şerafettîn Sanlav got, "Duh êvarê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Wanê geriyan. Gotin ku Şevket li hucreya lê bû, bi çarşeva li stuyê xwe gerand xwe bi darve kiriye. Em jî li ser vê yekê çûn Wanê. Dema em çûn wir, me bihîstin ku cenaze rakirine morga  Saziya Tipa Edlî. Cezayê hucreyê yê 3 rojan dane wî, lê em fêm nakin ka çawa xwe li hucreya yek kesî bi darve kiriye. Her wiha ji birayê min ê din re jî gotine, 'xwe bi hesinê banyo yê li hucreyê ve kiriye'. Li hucreya yek kesî, ku kursiyeke derve ser û xwe darve bike nîne ye, çawa dibe ku xwe bidarve dike? Ez ne bawerim ku birayê min xwe bidarve kiribe. Piraniya cezayê wî bi dawî bûbû, zewicî û bavê zarokekî bû. Mirovekî ji jiyanê hez dikir bû. Ji ber mirinê me gilî kir, em ê dozê bişopînin."