Li girtîgehan sansûra mezin
Li girtîgehan sansûra mezin
Li girtîgehan sansûra mezin
Di rojên buhrî de girtîgehên ku bi pêkanîna sînorkirina 5 pirtûkan hatin rojevê, vê carê jî qedexekirinek mezin destpê kir.
Li girtîgeha Tekîrdag, Kandira, Sîncarê û Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, ketina hemû rojname û kovarên muxalîf ku ji aliyê şîrketên belavkariyê nayên belavkirin, hatin qedexekirin.
Li girtîgeha Sîncanê ya Sergirtî ya Jinan a Sîncanê girtiya bi navê Muhabbet Kurd, faksek şand û der barê qedexekirinê de agahî da. Kurt diyar kir ku di dema lêgerînên rutîn de pê agahdar bûne ku hinceta wan jî ‘Li gel bernameyên başkirinê, ji rêxistinê qutkirin pêk nayên’ nîşan dane.
Kurt da zanîn ku der barê mijarê de bi rêveberiya girtîgehê re axivîne û got ku ew ê kovarên hucreyan nedin rêveberiyê û got: “Me bi zimanekî zelal ji îdareyê re îfade kir. Me got ger bigirin em ê cengê derxin.”
Buroya Hiqûqê ya Bindestan got ku li girtîgeha Sîncan û Bakirkoyê û her wiha ya Kandira û Tekîrdagê jî ev pêkanîna qedexeyê hatiye kirin. Parêzera gotin ku hê xwe giştînameya ku wek hincet tê nîşandan neketiye destê wan.