Komîsyona Navendî ya Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ragihand ku hatiye piştrastkirin ku jinên li girtî yên li Girtîgeha Alîaga Şakranê li rastî tacîzê tên û bang li Yekitiya Nojdarên Tirk (TTB) kir ku tenduristiya jinan û heqaretên li jinan tê kirin lêkolîn bikin.
Endama Lijneya Rûmetê ya ÎHD’ê parêzer Eren Keskîn û berpirsyara Girtîgehan a ÎHD’ê Necla Sengul raporeke çavderiyê ya Komîsyona Girtîgehan a Naenda ÎHD’ê ya der barê girtîgeha Alîaga Şakran de aşkera kirin. Di raporê de tê diyar kirin ku ji bo ku serlêdan û gazên girtiyên jin ên girtîgeha Şakranê lêkolÎn bikin çûne girtîgehan. Hat gotin ku girtîgeh 5 meh berê hatiye vekirin û da warê veguhestinê de zehmetiyên mezin dikişînin û malbatên ku jib o hevdîtinê diçin jî neçar dimînin ku riyeke dirêj bimeşin. Di raporê de hat gotin ku bi taybetî kesên kal û pîr dema diçin serdana zarokên xwe zehmetiyan dikişînin.
Di raporê de hate destnîşan kirin ku piştî ku karûbarên serlêdana hevdîtinê diqedin bi wesayîtan neqliyê diçin cihê hevdîtinê. Her wiha hat got ku di girtîgehê de jib o jin, zarok, ciwan û mêran avahiyên cuda hatine çêkirin û ji ber wesayît jî kêmên welatî li ser piyan disekinin û bi vî awayî diçin cihê hevdîtinê.
Di raporê de tê gotin ku girtiyên jin yên girtîgeha Karataş a Edenê sewqî vê girtîgehê kirine. Di raporê de cih didin van gotinên girtiya bi navê Sevcan Atak ku ji girtîgeha Karataşê hatiye sewqirin: Dema em hatin têketina girtîgehê xwestin yek bi yek me lêgerîn bikin. Me nexwest me yek bi yek lêgerîn bike. Li ser vê em disa li rîngê siwar kirin. Piştre dîsa yek bi yek em danîn. Me dengê hevalên xwe yên birin lêgerÎnê bihist. Me lêgerînek normal qebul dikir. Lê ev lêgerîn rumeta me dişikand. 6-7 gardiyanên ji bi me kenyan. Cilên me ji ser me kelaştin. Porê me rakirin û em avêtin erdê. Hemû cilên me ji serme derxistin. Me ferq kir ku raporên me yên tenduristiyê lêkolînkirine û xwestine ku zirarê bidin bedena me. Mînak kesên ku mîgrena wan hebû li serê wan dixistin, kesên gurçikên wan diêşa li gurçikê wan dixistin. Kesên nexwşên malzarokê bûn, li malzaroka wan dixist. Di dawiyê de em hemû tazî man. Gardiyanên jin em bi wî halî hiştin û derî vekirî hiştin û çûn. Leşkeran di navberê de l ime dinêrî. Vê wehşetê em hemû nerehet kirin. Ji ber vê me serlêdana sûc kir. Dema em birin dozgeriyê me xwest em îfadeya xwe bi kurdî bidin.”
PÊKANÎNÊN DERVEYÊ MIROVAHIYÊ
Di rapora ku hatiye amadekirin de hate gotin ku girtiyên kul i girtîgeha Şakranê rastî van pêkûtiyan hatine xwe gelek caran hatiye pêk anîn û wiha hate gotin: “Bi taybetî nexweşên ku ji bo nexweşxaneyên serlêdanê dikin bê encam dimînin. Daxwaznameyên ku tên dayîn, bersiva wan dereng tê dayîn. Her wiha di dema sewqkirinan de pirgirêk tê jiyîn. Rastî tacîzê tên. Dema diçin nexweşxaneyê bi kelepçeyê û ligel leşkeran tên tedawî kirin. Gelek caran jî nexweş beyê ku bên muanekirin şûnde dişînin. Em dixwazin Yekitiya Tabîban lêkolînekê bikin. Her wiha girtiya bi navê Turkan Îpek ku nexweşeke girane 20 sale di girtîgehê de ye. Îpek ku nexweşa giran a mîdeyê ye bi tena serê xwe di hucreyê de dimîne. Bê navber radikin beşa lezgîn. Em ji rewşa wê bifikarin.
GEFA ‘HUN Ê AMEDA 1996’AN BIJÎ’
Di raporê de hate gotin ku midûrê duyemîn yên girtîgehê gafa ‘Hun bi ya me nekin hun dê tiştên li girtîgeha Amedê hatin jiyîn, bibînin’ li girtiyan xwariye. Di berdewamiya raporê de wiha hate gotin: “her wiha xwarinên ji girtiyan re tên jî pir xerabin. Kêzik û mû di xwarinan de derketin. Her wiha name û faksÊn wan jî dereng tên dayîn. Di odeyan de 11 kes dimînin. Serê sibê hola hewayê saet di 09.00 vedibe. Lê girtî zû radibin. Girtî dixwazin zû vebe û sporê bikin. Pêkûtiyên lihemberî girtiyan hatiye kirin kur ê li ber pirsgirêkên mezin vekiriye. “