Li Girtîgeha Tekîrdagê pêkanên kêfî yên li dijî girtiyan
Girtiyên Siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2. a Tekîrdagê tên ragirtin, li pêkanên kêfî yên bi zorê yên rêveberiya girtîgehê rast tên.
Girtiyên Siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2. a Tekîrdagê tên ragirtin, li pêkanên kêfî yên bi zorê yên rêveberiya girtîgehê rast tên.
Girtiyên Siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2. a Tekîrdagê tên ragirtin, li pêkanên kêfî yên bi zorê yên rêveberiya girtîgehê rast tên. Girtiyan biryar dan ku li hemberî van pêkanînên kêfî derkevin hevdîtinan û dan xuyakirin ku eger ev rewş dewam bike, ew ê bikevin greva birçîbûnê.
Binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber dewam dikin. Yek ji girtîgehên ku ji aliyê binpêkirina mafan ve her tim di rojevê de ye Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2. a Tekîrdagê ye. Girtiyên siyasî yên li vê derê tên ragirtin, li pêkanên kêfî yên bi zorê yên rêveberiya girtîgehê rast tên. Ersat Karataş ku weke ziyaretkarê girtiyê siyasî yê ji doza PKK'ê Abdulkadîr Bozkûrt çû girtîgehê, binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehê vegot. Karataş diyar kir ku ji bo axaftina bi telefonê jî 'tekmîl' li ser girtiyên siyasî tê ferzkirin û bi kamerayên li her goşeya girtîgehê hatine bicihkirin re rêveberiya girtîgehê zexteke giran li girtiyên siyasî dike.
Karataş da xuyakirin ku girtiyên siyasî jê re ragihandine ku weke nerazîbûnek li van pêkanînên kêfî ew ê êdî tevlî hevdîtinan nebin û eger bi vî rengî ev pêkanîn dewam bikin, ew ê bikevin greva birçîbûnê.
BILA HEYETA PARLAMENTEARN BÊ, LÊKOLÎNAN BIKE
Karataş got, "Heval, hemû zext û zordariya li hemberî wan tê ferzkiri, qebûl nakin. Heval dibêjin, 'bi sîstema leşkerî re dixwazin vîna me bişikînin. Dema ku em vê qebûl nakin jî gefê li me dixwin û dibêjin ew ê mafê me yê çûyîna pirtûkxaneyê û aktîvîteyên spor û civakî ji destê me bigirin. Şert e ku heyteke ji parlamenteran tavilê bê vê derê û lêkolînê bike'. Ya ku ji min û ji ziyaretkarên mîna min re hatiye ragihandin, ev e."