Li Girtîgeha Kurkçulerê bi kûçikan lêgerînê dikin

Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtî di greva birçîbûnê de ne. Derket holê ku rêveberiya girtîgehê bi kûçikan li nava girtîgehê lêgerîn kiriye.

Girtiyên li Girîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê, di 6'ê Mijdarê de bi dorvegeriya 5 rojan bi rengekî bêdem dest bi greva birçîbûnê kirin. Armanca girtiyan a ji grevê ew e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, pêkanîna 'tevlîhev bike-li hev bîn' bi dawî bikin û sergirtina qewîşan bi navê lêgerînê bê qedandin.

Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê Tûgay Bek, piştî ku çû dîtina girtiyan  diyar kir ku girtiyan eşkere kirine ku zextên li ser wan zêde bûne û heta binpêkirinên mafên mirovan biqedin wê çalakiya xwe dewam bikin.

Bek da zanîn ku ew ê der barê binpêkirinên li girtîgehê de, wekî Komîsyona Şopandina Girîgehan a Baroya Edeneyê, bi dozger û midurê girtîgehê re hevdîtinê bikin.
 
'DEST JI VÊ PÊKANÎNÊ BERDIN'
 
Bek anî ziman ku îdareya girtîgehê polîtîkaya 12'ê Îlonê ya 'tevlîhev bike-li hev bîne" dewam dike û wiha got: "Girtiyên ji doza PKK, girtiyên çeteyên DAIŞ û FETO'yê di heman holê de dibin hevdîtina vekirî. Ji ber vê pêkanînê, di provokasyoneke herî piçûk de jî wê pirsgirêkeke mezin derkeve holê."
 
Berk diyar kir ku wan bi hin wesîleyan ev rewş ji îdareya girtîgehê re parve kiriye û wiha pê de çû: "Hê di vê pêkanînê de israr dikin. Ji ber vê hin girtî û hikumxwar, naxwazin derkevin hevdîtina vekirî. Divê îdare dest ji vê yekê berde."

'BI KÛÇIKAN LÊGERÎNÊ DIKIN'

Bek destnîşan kir ku kûçikan jî dibin lêgerînê, di qewîşan de kûçik hemû alavên girtiyan belav dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtî vê rewşê weke pêkanîneke heqaretê pênase dikin. Dema vê yekê ji rêveberiya girtîgehê dipirsin, bersiva 'Em li bombeyê digerin' didin wan. Ne pêkan e di girtîgehê de bombe hebe. Rêveberiya girtîgehê vê yekê ji bo tundiyê li girtiyan bike, dixe dewrê."
 
Bek da zanîn ku yek pirtûka ku ji derve tê şandin jî nadin girtiyan û wiha axivî: "Tê gotin ku bi daxwaznameyê dikarin ji kantînên derve pirtûk bên girtin; dema daxwaznameyê ji bo pirtûkên di kantînên derve tên dayîn, îdare bi hincetên cuda standina pirtûkan asteng dike. Di lêgerînê de jî beyî ku ti hincet bê nîşandan, gardiyan pirtûkan desteser dikin. Nîşeyên di îdianame û girtekan de tên xebitandin tên desteserkirin. Ev jî binpêkirina hiqûqî ye."

Bek diyar kir ku girtiyê bi navê Huseyîn Elkulak wêneyê jineke ku di destê wê de çek heyî xêz kiriye, ji ber vî wêneyî, dozger bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" der barê wî de lêpirsîn daye destpêkirin. Bek ragihand ku wêneyê jineke bi çek wekî "propagandaya rêxistinê" nikare bê sûcdarkirin û got, nikarin xwe li wêneyekî jî rabigirin.