Li girtîgeha Afyonê li hember girtiyê nexweş îşkence

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Dinar a Afyonê girtiyê siyasî Bawer Eye nêzî 3 sal in bi kelepçeyan tê tedawîkirin.

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Dinar a Afyonê girtiyê siyasî Bawer Eye nêzî 3 sal in bi kelepçeyan tê tedawîkirin. 
Malabata Eye ya çibûn hevdîtinê diyar kirin ku ji ber di çavên Bawer de pirsgirêk çêbûye xwestiye biçe nexweşxaneyê, lê li Nexweşxaneya Dewletê a Dinar xwestine bi kelepçeyan tedawî bikin. Malbatê gotin ku Bawer vê qebûl nekiriye û bê ku bê dermankirin vegerandine girtîgehê. 

Malbata Eye li navçeya Seyhan a Edeneyê dijî, dayika Eye Saadet Eye anî ziman ku dema çûne hevdîtina kurê xwe, ferq kirine ku Bawer Eye nexweş e, li ser wê jî sedema wê pirs kiriye û wiha berdewam kir: “Dema em bi hemû zehmetiyan ketin hevdîtinê, me kurê xwe pir westandî, bêteqet û heliyayî dît. Pir zeîf bûne. Bawerê min negot ez nexwaş im, lê belê ez dayik im, min fêm kir ku nexweş e. Dema min jê pirs jî kir wiha got: ‘Çavên min dêşê. Ji ber vê yekê em çûn nexweşxaneyê, lê dema dermankirinê de xwestin kelepçeyan li destên min bixin. Min jî vê nêzîkatiya qebûl nekir. Lewrê jî bê ku derman bikin dîsa ez vegerandim girtîgehê.’” 

Saadet Eye dibêje pêwîst e Bawer ji çavên xwe bê dermankirin û ji ber pirsgirêka çavên xwe nikare pirtûkan jî bixwîne û wiha berdewam kir: “Berê jî tedawiya tazî spartine hevalên wî.” Dayika Saadet diyar kir ku zarokên wan têkîldarî pirsgirêkên xwe ti tiştî nabêjin û wiha dom kir: “Em jî pirs nakin, hûn birçî dimînin an na. Xwarinê didin we, hûn xwe dişon? Ji ber em dizanin wan ne ji bo nan, ji bo azadiya gelê xwe, xwe feda kirine û ji ber wê li girtîgehê ne. Dema ji bo gelê bindest têdikoşin, birçî bimînin jî naynin ziman. Ev wê serbilindiya wan bêşîne. Tenê avê jî vexwin, birçî bimînin jî nakin pirsgirêk.”

Saadet Eye nêzikatiyê rêveberiya girtîgehê jî wiha ragihand: “Rêveberiya zindanê pirsgirêka tenduristiya girtiyan ji nedîtî ve tê. Mafên wan ên tedawiyê jî nade wan. Rêveberiya girtîgehê sûc dike.” Dayika Saadet da xuyakirin ku divê tavilê girtî di nexweşxaneyek baş de bên dermankirin, an jî berpirsiyar rêveberiya girtîgehê ye.