Li Gîresûnê ji bûyera hezê 2 kes hatin binçavkirin

Li Gîresûnê ji bûyera hezê 2 kes hatin binçavkirin

Di encama heza di avadaniya santrala hîdroelektrîkê (HES) li navçeya Derelî ya Gîresûnê de ku 4 karkeran jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bibû, di çarçoveya lêpirsîna hatî destpêkirin de 2 ji rayedarên şîrketê hatin binçavkirin.

Di encama heza li avadaniya HES’ê ya li gundê Kiziltaşê pêkhatî de karkerên bi navê Mustefa Yîgît, Kenan Ozdemîr, Kerem Erdem û Eren Erdem jiyana xwe jidest dabûn û Zafer Kirlak jî birîndar bibûn.

Cîgirê Qeymeqamê Dereliyê Mûsa Evîn ragihand ku, di lêpirsîna hatî destpêkirin de 2 rayedarên şîrketê hatine binçavkirin. Evîn diyarkir ku, “Dozgerî xebatên xwe yên di derbarê mijarê de berdewam dike. 2 ji rayedarên şîrketê hatin binçavkirin. Em dişûpînin.”

Hat hînbûn ku, rayedarên şîrketê A.N û Ç.B lêpirsîna wan ya li Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeya Derelî didomin.