Li gelek herêmên bejahiya Geverê operasyonên leşkerî

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dewleta Tirk a dagirker li gelek qadan operasyona leşkerî da destpêkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bi destxistin, dewleta Tirk a dagirker Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo yên li herêma Geliyê Diriyan û li zozan û geliyên li gundên Mûşan, Memkava û Elverê operasyona leşkerî daye destpêkirin.

Gelek zozan hatin dorpêçkirin û li herêmê nuqteyên kontrolkirinê hatin avakirin.

Hat zanîn ku hin kesên ku maske li ser rûyê wan, li derdora gundan “keşfê” dikin.

Hat ragihandin ku li zozanên Mêranava, Astenga Reş, Meydanok û Kaniya Barkirî yên ku dikevin navbera gundên Şîşemzîn û Xurekan de, dengê çekan hat bihîstin.

Li qada Kora Oncê ya li bejahiya gundê Memkava jî, dengê teqîn û çekan hat bihîsin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li herêmê tevgera helîkopter, balafirên bêmirov û balavirên bêmirov û biçek jî heye.