Li gelek bajaran komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin
Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şirnex, Êlih, Colemêrg, Gever, Îzmîr, Edene û Mêrsînê hate protestokirin.
Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şirnex, Êlih, Colemêrg, Gever, Îzmîr, Edene û Mêrsînê hate protestokirin.
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate protestokirin.
ŞIRNEX
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Silopiya ya Şirnexê jî têkildarî 15'ê Sibatê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîdê rakin, deriyê Îmraliyê vekin, aştiyê ava bikin” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê hevserokê HDP’a Silopiyayê Yakûp Taniş ve hat xwendin.
Yakûp Taniş di serî de komplo şermezar kir û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Divê tecrîda li Îmraliyê di demekî nêz de bê rakirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd re bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin. Bi vê yekê re dê pêşî li mûzakere û demokrasiyê jî bê vekirin. Di demên dawî de li birêz Ocalan cezayê disiplînê dibirin. Lê belê ev ne ceza ye. Ev îşkence û dijminatiye. Ji ber şert û mercên tecrîda giran, fikarên me ji bo tendûristiya birêz Ocalan hene. Divê derhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe. Ji bo rakirina tecrîdê dê berxwedana me bidome.”
Parlamenter Nûran Îmîr jî komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku gelê Kurd di rojên tarî de derbas dibin û wiha axivî: “Beriya 23 salan, di kesayeta birêz Ocalan de li hemberî gelê Kurd û daxwaza azadiyê komployek navneteweyî hat kirin. Birêz Ocalan temînata aştî û azadiya vî welatî ye. Îro, aştiya vî welatî di xetereyê de ye. Bi sekna birêz Ocalan û gelê Kurd, komploya navneteweyî hat pûçkirin. Ev komplo, îro jî bi awayên cuda didome. Bi komployê tecrîdeke giran tê kirin. Ji vê tecrîdê mebest dikin ku têkilî qut bibin û alozî derkevin. Lewma ji bo jiyaneke aştiyane û demokrasiyê divê tecrîd bê têkbirin. Em wek jin, xwedî li pêşeroj û azadiya xwe derdikevin. Heta birêz Ocalan azad nebe, em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
ÊLIH
Ji bo protestokirina komploya navneteweyî, HDP’a Êlihê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de li gel parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Feleknas Uca, her wiha endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî jî amade bûn. Di çalakiyê de pankartên “Bila tecrîd bi dawî bibe, deriyê Îmraliyê were vekirin û aştî pêk bê” hatibû vekirin.
Ayşe Acar Başaran bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û ev tişt anî ziman: “Armanca domandina tecrîdê, dijminatiya li demokrasî û gelê kurd e. Desthilatdara AKP-MHP’ê bi derxistina şer re derbên giran li demokrasiyê xistin. Divê Erdogan dawî li gotinên xwe yên manîpûlatîf ên derheqê birêz Ocalan de berde û dawî li tecrîdê bîne. Divê rê bê dayîn ku dengê birêz Ocalan bigihije civakê. Dixwazin vê tecrîdê li ser tevahiya civakê bisepînin. Heta ku ev tecrîd bi dawî dibe em ê li ber xwe bidin. Em careke din Komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin.”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
COLEMÊRG
Bi heman mebestê li Colemêrgê jî hat xwestin ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya Colemêrgê daxuyanî bê dayîn. Lê polîsan bi hinceta daxuyaniyê hêj ji serê sibê ve hemû rêyên diçûn avahiya partiyê girtin û nehiştin ku daxuyanî bê dayîn. Dema ku girseyê dixwest ji avahiya partiyê derkeve jî polîsan bi bombeyên xazê êrişî girseyê kir.
Li Gever a Colemêrgê jî polîsan ji serê sibehê ve avahiya partiyê dorpêç kiribûn. Piştî nîqaşên bi polîsan re, girseyê li avahiya partiyê ya navçeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî komploya navneteweyî şermezar kir.
ÎZMÎR
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi mebesta protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bang kiribû. Li ser vê yekê parlamenter, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (Ege TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) xwestin li pêşiya Bûroya Şêwirmendiyê ya Herêma Egeyê ya DBP’ê daxuyaniyekî bidin. Polîsan beriya çalakiyê ketina avahiya partiyê girt û nehiştin ku girse derkeve. Beşdaran di nava mertalên polîsan de daxuyanî dan. Di vê navberê de girseyê bênavber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Zext nikarin me bitirsînin” û “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin” hatin berzkirin.
Bi hinceta ku sûc e, polîsan gotin ku dê destûra daxuyaniyê nedin. Li ser vê yekê, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşan da û got ku polîs nikarin biryarê bidin bê ka çi sûc e yan jî sûc nîne.
Daxuyanî di bin mertalên polîsan de hate dayîn û di çalakiyê de parlamenter Koçyîgît ev tişt anî ziman: “AKP’ê dewleta polîsan ava kiriye. Yên ku demokrasiyê tenê bo xwe dixwazin divê ji bîr nekin ku dê hesaba van derhiqûqiyan bidin. Nahêlin ku em daxuyaniya xwe ya derheqê komploya 15’ê Sibatê de bidin. Erdogan her roj qala Îmraliyê dike. Anku gotina Îmrali û Abdullah Ocalan sûc nîne. Heke daxwaza aştiya vî welatî hebe, wê demê tekane navnîşan Îmrali ye. Em jî dibêjin ku deriyê Îmraliyê vekin û bila tevahiya civakê fikrên birêz Ocalan bibihîsin.”
Di vê navberê de xizmên girtiyan ên ji dorpêça polîsan derketin jî bertek nîşan dan û xwestin ku zilma li girtîgehan tê kirin êdî bi dawî bibe.
EDENE - MÊRSÎN
Rêxistinên HDP’ê yên navçe û bajaran ên Edene û Mêrsînê jî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, paçikên reş bi avahiyên xwe ve kirin.