Li bajarê Creîl a Fransayê, bi wesîleya ‘Meha şehîdan’ ku kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane tên bibîranîn bernameyek hat lidarxistin
Bername li komeleya kurd a bajarê Creîl hate pêkanîn. Di bernameyê de gerîlaya HPG’ê Fatma Karayil (Gulbahar Amed) jî ku pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû hate bibîranîn. Nêzî 150 kesî tevli bernameyê bûn.
Di bernameyê de nûnerên komelyê daxuyaniyek da û gogitn; Em gerîlayên xwe yên di meha gulanê de şehîd ketine, Denîz Gezmîş, Haki Karer, Yusuf Înan, Îbrahîm Kaypakkaya, Mahîr Çayan, Hozan Mîzgîn û hemû hevalên xweyên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bibîrtînin.”
Der barê Fatma karayil û hevalên wê de sînevîzyonek hate nîşandan. Birayê Karayil Şahîn Karayil axaftinek kir. Karayil wiha got: “Ew ji bo azadiya gelê kurd ketin rê. Ew gihiştin mertebeye herî bilind a vê dozê. Ev nêzî mehekê gelê me em tenê nehiştine. Em ji bo hemûyan spas dikin. Êşa me bê guman meizne. Teseliya me ev eku gelê me xwedî li şehîdên xwe derkeve. Bilal serê hemû gelê kurd saxbe.”
Pitşî axaftinê dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ hatin berzkirin û bername bi xwarina ku hate dayîn bi dawî bû.