Li bajarê Bordeaux a Fransayê, polîsan bi ser malên kurdan de girtin û du kes çewal bi serê wan de kirin û binçavkirin. Kurdan bertek nîşanê binçavkirinan dan û ji bo protestoyê xwe amade kirin.
Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin li komuna Cenon a Bordeaux di 22’ê gulanê de bi ser mala du kurdan de girtin. Polîsên rupoş bi ser malan de girtin û kurdên bi navê F.E û A.S çewal bi serê wan dekirin û binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.
Her wiha serokê Komeleya Kurd-Frensî, û nûçegîhanên Yenî Ozgur Polîtîkayê yê Bordeauxê Nesî Akar jî din av de 7 kes bo îdadeyê hatin gazîkirin. Organîzasyonên kurd diyar kirin k udi rewşa ku kesên hatin binçavkirin roja înê neyên berdandê li walitiyê çalakiya protestoyî pêk bînin.
Di 11’ê cotmeha 2011’an de polîstan bi ser malên kurd û komeleya kurd-fransayê de girt. Ev operasyon piştî peymana antî-kurd a di navber Parîs û Enqereyê de hatibû îmzekirin de pêk hatibû. 5 kes hatibûn binçavkirin. Di 3’ê çile de li cihên cuda yên Parîsê operasyon pêk hatin . 5 kurd hatin binçavkirin. Binçavkirinên dawî piştî ketina Sarkozy pêk hain. Di 6’ê gulanê de piştÎ ku Francoîs Hollande hat hilbijartin hikûmeta sosyalîst hat avakiirin. Xuyaye ku peymana antî-kurd didome. di 7’ê cotmeha 2011’an de di navbera Fransa û Tirkiyeyê de li hemberÎ têkoşîna PKK’ê peymanek hatibû îmzekirin.
Tirkiye di nva welatên herî bi şîdet de cih digire. Her wiha Tirkiye ji ber girtina rojnameger, xwendekar, zarok û parêzeran girtîgeha herî mezin a cîhanê ye.
Kurd ji hikûmeta nû ya sosyalîst dixwazin ku peymana bi Tirkyeyê rehatiye kirin bila bi dawî bibe.
Li gorî hesabên ANF’ê ji sala 2007’an heta niha li Fransayê ji ber hincetên siyasî nêzî 200 kurdî hatin binçavkirin. Her wih ali Parîsê jî komeleya kurd hate gitin.