Li Frankfurt û Rostockê deng û rengê Efrînê

Bi hezaran kes li bajarên Frankfurt û Rostock ên Elmanyayê ji bo Efrînê meşiyan.

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, nêzî 5 hezar kes bi pêşengiya "Platforma Êdî Bes e" li Hauptwacheyê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Li Kurdistanê komkujî tê kirin", "Kujer Erdogan, NATO no", "Bijî berxwedana Efrînê" heta Williplatzê dest bi meşê kirin.

Mîtînga li Williplatzê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer axivî û got, "Roja roja piştevaniya Efrînê ye. Çawa ku gelên cîhan xwedî li Kobanê derket, îro jî ji bo xwedî li Efrînê derkeve li çar aliyên cîhanê li qadan e. Çalakiyên me yên ji bo Efrînê wê bidomin."

Bi heman armancê li bajarê Rostockê jî meşek hate organîzekirin.

Meşa ku ji ber HBF'ê dest pê kir bi dirûşma "Ji bo aştî û jiyanê piştgiriyê bide Efrînê" pêk hat.