Li Fergûsonê hejmara leşkeran tê zêdekirin

Li Fergûsonê hejmara leşkeran tê zêdekirin

Li bajarokê Fergûson ê eyaleta Mîssoûrî ya DYA, pevçûnên pêr bi şev destpê kirin, dewam dikin. Waliyê Mîssoûrî da xuyakirin ku li kantona Saint Loûîs a Fergûson pê ve girêdayî ye, wê 2 hezar 200 leşkerên Yekîneyên Parastina Neteweyî bên wezîfedarkirin.

Piştî ku di 9'ê Tebaxê de ciwanekî reşik ji aliyê polîsekî ve li Fergûsonê hat qetilkirin û dadgehê polîs bêguneh dît, bûyeran destpê kiribûn û zerareke mezin a madî rû dabû. Di bûyeran de bi dehan kes hatin binçavkirin û li gel 10 hezar polîsan bang li 700 leşkerên Yekîneyên Parastina Neteweyî hatibû kirin ku wezîfeyê bikin.

Piştî ku bûyer dijwar bûn Waliyê Eyaleta Mîssoûrî Jay Nîxon da xuyakirin ku hejmara leşkeran wê derkeve 2 hezar 200 leşkerî û di bûyeran de wê 'roleke mezintir' bilîzin.

Li dû bûyerên li bajarokê Fergûsonê, Şaredarê Saint Louîsê James Knowles bang li rêveberiya eyaletê kir û rexne kir ku ji bo tepisandina bûyeran yekîneyên leşkerî yên pêwîst dereng hatiye xistin.

Ciwanekî reşik ê bi navê Michael Brown ê 18 salî, di 9'ê Tebaxê de ji aliyê polîsê bi navê Darren Wilson ve bi 6 guleyan hatibû kuştin. Wilson îdîa kiribû ku wî hewl daye çeka ciwanê reşik jê bistîne, lê der barê berdana 6 guleyan de agahiyên bawerî pê bê kirin, nedabû. Li dû cînayeta ku tê texmînkirin bêhna nîjadperestiyê jê tê, di meha Tebaxê de hefteyekê xwepêşandanên mezin ên protestoyî hatibûn lidarxistin.

Di doza darizandina polîs de piştî ku jûrî biryara xwe aşkera kir, di serî de li Fergûson a Mîssoûrî li paytext Washington, New York, Los Angeles, Philadelphia, Seattle û Oakland xwepêşandan hatin ldiarxistin û hin jê veguehrîn pevçûnên dijwar. Bi taybetî li Fergûsonê camên bi dehan avahiyan hatin şikandin hatin şewitandin