Li Ewropayê çalakiyên Edaletê

Li Ewropayê çalakiyên Edaletê

Li gelek navendên Ewropayê ji bo berpirsên Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an derkevin holê çalakiyên edaletê pêk hatin. 

BERN

Li paytexta Berlîn a Elmanyayê, ji bo kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bên dîtin, li ber Sefaretxaneya Fransayê çalakiya ‘Bêdengiya we ji sûcdariya we ye’ pêk hat. Çalakiya nobetê ya Meclîsa Jinan a Destan organîze kir, wêneyên Dogan, Cansiz û Şaylemez hatin hildan û girseyê belavokên bi Elmanî û Îngîlîzî belav kirin.

Çalakgeran pankarta ‘Em ji bîr nakin, nadin jibîrkirin’ vekirin û her wiha wêneyên her sê şoreşgerên jin hatin hildan, dirûşmên ‘Şehîd namirin, Jin jiyan Azadî’ hatin berzkirin. Di dema çalakiyê de banga tevlîbûna meşa 25’ê Mijdarê ya li Qada Hermannplatz, hat kirin. 

MUNÎH

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê jî her Çarşem çalakiya ‘Bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc e’ pêk tê. Çalakiya duh li ber Sefaretxaneya Fransayê pêk hat,  wêneyên her sê şoreşgerên jin hatin hildan, belavok hatin belavkirin û xwendin. Di axaftinên hatin kirin de hate diyarin ku bêdengiya Fransayê sûc e û di çalakiyan de êrîşên DAIŞ’ê û qedexeya li hember PKK’ê hat protestokirin. 

HAMBURG

Li bajarê Hamburg a Elmanyayê jinan ji bo Edaletê çalakî pêk anîn. Li ber Sefaretxaneya Fransayê jin hatin cem hev. Endamên Meclîsa Jinan a Rojbîn nameyek pêşkêşî Serge Lavroff kirin û ji bo geşedanên lêpirsîna komkujiyê bipirsin daxwaza randevuyê kirin. Piştre di axaftinan de hat gotin ku ev du sal e ji dewleta Fransayê edalet tê xwestin û bêdengiya şermeke mezin e. Di dawiya çalakiyê de  ji pirtûka Sakîne Cansiz  a di salên 90’î de nivîsiye ya ‘Her tim pevçûn bû jiyana min’ bend hatin xwendin.

Her wiha ji bo meşa 25’ê Mijdarê saet di 17.30’an li Hachmannplatz jî bang hat kirin. 

FRANKFURT

Li Frankfurtê jî li ber sefaretxaneyê bi heman armancê çalakî pêk hat. Bi dehan kes tevlî çalakiyê bûn. Daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya di 22’ê mehê li ber HBF’ê banga tevlîbûnê  hat kirin. 

AMSTERDAM

Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê li Qada Nîeuwmarkt çalakî pêk hat. Di çalakiyê de hat gotin ku tevî du sal di ser komkujiyê re derbas bûye, kujer nehatine dîtin û belavok hatin belavkirin. 

STRASBOURG

Li Strasbourg a Fransayê jî çalakiya ‘Bêdengiya we hevkariya we ye’ ya du hefte carekê pêk te berdewam kir. Kurd vê hefteyê saet di 15’an de li ber Walîtiya Strasbourgê hatin cem hev. Girseyê posterên her sê şoreşgerên Kurd hildan û bê navber dirûşm hatin berzkirin.