Li Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê 3 girtiyên din di çarçoveya çalakiya greva birçîbûnê ya di 12'ê Îlonê de girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, dest bi grevê kirin.
Çalakiya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku di 12'ê Îlonê de ji bo azadî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi biryar didome û her ku diçe belav dibe. Çalakiya ku 41 rojin didome hêjmara tevlîbûnê jî zêde dibe. Li Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê 3 girtiyên din dest bi grevê kirin. Girtiya bi navê Tekin Asî, Seydî Ali Demîr û Remzî Almaz dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger kirin.